HAWAR NET / Oksîjen çavkaniya jiyanê ye, lê çavkaniya oksîjenê çiye?
Gellek kes wê bibêjin dar û daristan.
Lê ne wisa ye. Li cîhanê herî zêde oksîjenê kevzên avê didin der.
Kevzên avê ji hemû dar û giyayan 2 car zêdetir oksîjenê çêdikin .
Feydeya daristanan di warê oksîjenê de ne pir zêde ye lê aliyê parastina ekolojiyê de rola dairstanan pir girîng e. (HAWAR NET / servîsa zanist û teknolojiyê)