Arketîp, Anîmûs, Anîma / Kurdî


Arketîp

Arketîp, bi grekî tê wateya dîmenên dîrokkevn. Fîgûr, drûv, qalibên fêrbûyî yên ji demên pirr kevn hatine û di binhişarê de cih digirin in. Evana qalibên dînamîk in û bandora xwe li hişarê dikin.

Zarok van sîmbolan ji çîrokan, stranên dengbêjiyê, ji destanên lehengî, ji sirûdan hwd werdigire. Dîmenên lehengan di mejiyê wê de bicihdibe. Herçendî bandora wan li hişarê hebin jî, hêj bi giştî derneketine asta hişarê ango nerealîst in û mirov haj jê nîne. Arketîp dikarin pozîtîv an negatîv bin. Lehengên ku mirovahiyê diparêzin an wampîrên ku xwîna mirov dimijin.

Di çandên ku kûltûra devkî pirr zêde pêşketiye yan di aliyê mîtosan de pirr dewlemend in bandora arketîpan ji gelek in. Bo mînak Kurd , Tîbetî , Çînî , Çeçen , Hîndîstanî hwd. Li Ewropa jî arketîpan xwe wekî astrologî , alşemî , estetîk hwd daye der. Arketîp xwe di zanîstiya Kognîtîv Psîkolojî , lêkolînên mejî, evolutîon , etnologî , lêkolînên xewnan hwd de jî nîşandide. Ango kesên bi van zanîstiyan re bilî dibin gorî Carl Gustav Jung di aliyê arketîpan de dewlemend in.

Rola arketîpan him pozîtîv e ku zanîstiyan pêş dixe û him jî negatîv e ku zanîstiyan ji realîzmê dûr dixe. Divê mirov rola wan nas bike û bi erênî bikarbîne.

Anîmûs

Anîmûs cara yekemîn ji aliyê Carl Gustav Jung bo jinan hatiye bikaranîn. Arketîpên mêrî di kesayetî û binhişara jinan de. Berevajiya wê anîma ye û ew jî ji bo mêran tê bikaranîn. Arketîp dînamîk in û bandora xwe li hişarê dikin. Bo mînak jin ji mêran an mêrê xwe dipê û dixwaze ku wekî ew mêrê ku di xeyalê wê de ye tevbigere û wisa be. Heger ew arketîp mêrekî leheng û zîrek be, jin jî ji mêrê xwe dipê. Lê sedemê daxwaza xwe nizane. Anîma û anîmûs xwe di wêjeyê de jî didin der.

Anîma

Anîma cara yekemîn ji aliyê Carl Gustav Jung di psîkologiya analîtîk de hatiye bikaranîn. Ji bo mêran tê bikaranîn, ango arketîpên jinî di mêran de.

Berevajiya wê anîmûs e û ew jî ji bo jinan tê bikaranîn. Carl Gustav Jung dibêje “mêr di kesayetî û binhişara xwe de arketîpên jinên ne ji rêzê diparêzin. Arketîp ne statîk lê dînamîk in. Anima xwe bi awayên ku mêr bi xwe jî haj jê nîne dide der. Bo mînak mêr ji jina xwe dipê û dixwaze ku wekî ew jina ku di xeyalê wî de tevbigere, wisa be”.

Bandora anîma û anîmûsê xwe di warê wêjeyî de jî dide der. Rexnegerên wêjeyê yên zîrek ji elementên ristina berhemê, dikarin kesayetiya xwediyê berhemê pêderîne.

bydigi.net/zanisti

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s