Tê fikirîn (texmînkirin) ku cîhana me berî niha 5-6 milyar sal berê avabûna xwe temam kiriye. Livgokên tozê yên di aliyê hejmarê de bêdawî bi milyon salan di encama topbûyînê de gerstêrka me pêk anî.
Şanstêr Berxwedan
Mirovên zanyar, çêbûna gerdûnê 14-20 milyar sal berî niha bi çêbûna Big Bangê (Teqîna Mezin) didin destpêkirin. Hemû heyberên gerdûnê di kombûna xaleke bi qasî serê derziyê de, piştî teqîna wê di pêvajoyeke diyar de enerjiyeke mezin derdixe. Her ku diçe ev enerjiya tijî, biewir a livgokan bi qezenckirina enerjiyê li derdora xwe, di encama topbûnê de heybera destpêkê hîdrojenê çêdike. Bi turedana hîdrojenê heyberên din çêdibin. Di pêvajoyeke dûr û dirêj de gav bi gav stêrk, gerstêrk, ber, ax, av, hêşînayî, lawir çêdibin û di encamê de pevajoyeke peresana xwezayî ku heta digihê mirov hatiye jiyankirin.
Her ku diçe tê fêmkirin ku di gerdûnê de her tişt xwediyê heman bingehê ye. Yanî kereste (malzeme) yan jî hevîrê hebûnan heman e. Her yek ji me berhema keresteyê heman gerdûnê ne û giyanê (ruh) hemû deman di xwe de hildigirin. Eger livgokên ku cara yekem gerdûn çêkirin her tim ne di nav tevgerê de bûna, îro ev qas hebûn çênedibûn. Çawa bi naskirina gerdûnê naskirina mirov çêdibe, di heman demê de naskirina atomê jî tê wateya naskirina mirov û gerdûnê. Gelek caran fikirîna hemû gerdûn ji teqîna xaleke biçûçik derketiye belkî sînorê mejiyê me dixe zorê. Lê belê, girêdayî çêbûna gerdûnê ev danan(kuram) di roja me de ya herîkîn û tê pejirandin û îzah kirine ku nayê înkarkirin. Tespîtkirina livgokên atomê ku em dibêjin parçeyê herî biçûk ê heyberan e, her tim bi keşfên nû re diguherin.
Di kûrahiyên wiha de her tim livgok, her tim livgok… Em heta ku derê dikarin bibêjin parçebûyîn? Erê, livgokeke biçûk li jêrî wê de jî yeke din û livgokên biçûk ên bê hejmar… Gelo ev, di encamê de me nebe nebûyînê?
Belkî jî dubendiya ku em jê re dibêjin hebûn –nebûn ev e… Çawa ku mezinahiya gerdûnê sînorê aqilê me dixe zorê, atoma ku em jê re dibêjin evrena biçûk jî hemû tegihandinên me dixe zorê. êguman gerdûn, nehêniyên bêhejmar di nav xwe de digire. Ji parçegokên herî biçûk bigire heta yê herî mezin jî bi nehêniyan tije ne. Di destpêkê de tenê atom (hîdrojen) hebû. Tevger- rêzkirin û şiklê atomê rê li ber hebûnên bêhejmar vekir. Hewa, ber, az, av, kanza, dar, hêşînayî, lawir û mirov…. Wê demê em dikarin hebûnê weke tevgerekê bifikirin? Eger ew qas pircure nebûna gerdûn an jî jiyan wê çêbûbûya? Eger parçegokên destpêkê yê gerdûn çêkirine, bi berdewamî ne di nav tevgerê de bûna, îro ev qas hebûn çênedibûn. Di gerdûnê de misqaleke biçûk a tozê, dilopeke av jî wateyeke xwe heye. Pir-rengî taybetiyeke bingehîn a gerdûnê ye. Ji ber ku em pir-rengiyê nas bikin dibe ku em careke din biçin nava kûrahiya atomê. Li vê derê bêyî navendeke azad hebe, ev qas tevger û pir-rengî ne gengaz e çêbibe. Hemû bûyerên di bingeha atomê de çêdibin, girêdayî qebûlkirinên (tercîh) bêhejmar a meyldariya atomê ye. Yan jî ravekirina ev qas rengarengî wê pir zor bûya. Her parçegok û pêl girêdayî tevgera atomê ya vê dibetiyê, taybetiyeke ji bo her livgokê derbaz dibe ye. Yanê her kitekiteke (detay) ku di xwezayê de biçûk nayê ditîn, her tiştekî heyî ne bêbandor e, vîn û wateyeke xwe heye. Di encama tevgereke qet nasekine de bi berdewamî nûbûnekê derdixe holê. Gelo eger xweza her tişta ku derdikeve pêşiya xwe tune kiriba, em ê rastî ev qas dewlemendiyan bihatina? Ji ew qas rengarengtiyê, em dikarin wateya xwezayê ya ku di bin her mercî de dayîna jiyankirinê esas werbigirin. Pir-rengî, bi dayîna jiyankirina xwezayê ve pir girêdayî ye.
Çêbûna Cîhanê
Tê fikirîn (texmînkirin) ku cîhana me berî niha 5-6 milyar sal berê avabûna xwe temam kiriye. Livgokên tozê yên di aliyê hejmarê de bêdawî bi milyon salan di encama topbûyînê de gerstêrka me pêk anî. Dema ku ev topikbûyîn çêbû, girseya (kutleya) wê biçûk bû, dewisandin û germahî zêde bû. Ev rewşa cîhanê ya destpêkê em dikarin bişibînin topekê agir ku dişewite. Heyberên herî giran mînak; hesin, nîkel dema ku li navenda cîhanê ku em dibêjin tovik, kom dibin, heyberên sivik ji derve dimînin. Sarbûna cîhanê bi milyon salan berdewam kiriye. Rûyê erdê berî niha 4-5 milyar sal şekil wergirtiye. Bi demê re tovilê ji derve sar dibe. Li aliyê din tovikê hindir ê sor bi teqîna volkanan derdixe ji derve.
Di destpêkê de atmosfer nîn e. Ev teqînên volkanan atmostera destpêkê û avan pêk tînin. Bi teqîna volkanan destpêkê ji % 97 hêlma avê, azot, karbondîoksît, hîdrojen, metan, amonyak derketiye ji derve. Ev gaz wê bi demê re atmosfera destpêkê pêk anîbûya. Heyberên ku hatin avêtin ji derve hêlma avê ye ku lêhûrbûneke girîng e. Ji ber bilindbûna hêlma tîrbûyî ya li jor di encamê de li derdora cîhanê tebeqeyeke stûr a ewir çêbûye. Hêlma tîrbûyî piştre dema ku sar dibe weke baran dadikeve ser rûyê erdê. Bi ketina her dolopeke baranê li ser rûyê erdê germbûn kêmtir dibe. Dema ku germa cîhanê dest bi daketina ji 100 c kir, av li ser rûyê erdê kom bû. Bi vî rengî her ku çû derya û okyanûs çêbûn.
Çêbûna atmosfera destpêkê ya ‘bêoksîjen’ rewşeke girîng e. Atmosfera niha ya bioksîjen, qonaxeke peresanê ya atmosferê dide nîşandan. Ji atmosfera bêoksîjen ji rojê tirêjên bi navê ‘Ultraviyole’ di okyanûsan de ji bo çêbûna zindiyên destpêkê çêbûna berê bingehîn ê pêwîst zemînê maqûl çêdibe. Ji ber enerjiya zêde okyanûs pir reaksiyonên kîmyewî derbaz dikin. Li milekî parçebûyî li mile din jî yekbûnên nû pêk tîne. Ji yekbûnên asayî berê bingehîn ê zindiyan molekulên tevlihev(aminoasît- karbondîhrat) in, bi taybetî di kûrahiya avan de çêbûn aha zindiya destpêkê ku em jê re dibêjin şaneya (hucreya) seretayî (şaneya rêgezal) ji vê (organik) molekulên mezin derket holê. Mirovên zanyar, cara yekemîn mînaka jiyanê ya li kûrahiya avan dest pê kirî bi mercên ceribandinan a di labaratûaran de dan diyarkirin.
Çêbûna Zindiyan
Derketina hucreya zindiyan a destpêkê rastî dema berî niha 3,5 milyar sal tê. Taybetiya vê zindiya destpêkê; fotosentezê nake, bê tovik, di halekî bêoksîjen de zêdebûn û hucreyeke seretayî ya dişibe bakteriyan e. Di destpêkê de atmosfer bêoksijên bû. Mînakên dişibin bakteriyên zindî ku wisa dijîn di roja me de jî hene. Di wê demê de oksîjen ji bo cureyên zindiyên bi vî rengî jehrek bû. Di haveynkirina mast an jî cihên riziyayî de bi giştî ev bakterî dijîn. Eger tevî guhertina atmosferê jî ev zindî hê jî jiyan dibin, tê wê wateyê ku derdorên li gorî xwe hene. Îro bingehê jiyana me ku oksîjena ku di atmosferê de heye, pêwîst bû zindiyên ku em jê re dibêjin alg (kevza avê) destpêkê fotosenteza kesk-şîn dikin derbiketa. Bi kurtahî em dikarin bêjin berî niha 3 milyar sal dest bi bêhdana bi oksîjenê hatiye kirin. Bi hucreya destpêkê ku destpêka jiyanê ye re li gorî şert û mercên hatî guhertin zindiyên cur be cur çêbûne. Hemû zindî, bi pêşketina hêdî ya demê re ji çêbûna asayî ber bi çêbûna tevlihev ve qonaxek şopandine. Ji yekhucreyiyê derbazbûna gelek hucreyan nêzikî 2 milyar sal derbaz bûye. Nêzikî milyarek sal berê, zindiyên pirhucreyî bi pêş ketin.
Berî niha nêzikî 570- 500 milyon sal tenê hêşînayî û lawirên di deryayan de jiyan dikirin hebûn. Ev bi qalikên melavanî dikir ên dişibin karîdesê, kurmikên bi xelek, kevz, sungêr, ahtapotên seretayî……
Berî niha 430 milyon sal jiyan ji avê belavî bejahiyê bûye. Li bejahî, li ber peravan cara yekem hinek hêşînayî hat dîtin. Şeklê kevzên di avê de jiyan dikin li bejahiyê bi pêş ketin. Di vî alî de hesabkirina kevzan weke zindiyên destpêkê yên li ser bêjahiyê jiyankirin nexelet e.
Gelek cureyên masiyan nêzikî 400-500 milyon sal berî niha çêbûne. Ji van cureyên masiyan jî bi demê re zindiyên mazmazk(ormurgali) yê bejahiyê çêbûn. Mînaka vê ya destpêkê jî beq in. Piştî wê xişinde (surungen) derketin. Beq wek lawirên ku cara yekem ji avê derbazî bejahiyê bûne tên hesibandin. Ji ber vê hem li nav avê hem di bejahiyê de jiyane. Di xişindeyan de jî rewşeke dişibe hev hatiye jiyankirin. Ev lawir bi demê re bi hevsengî çêkirina bi bejahiyê re, cureyên wan ê cuda cuda bi derdikevin. Di vê pêvajoyê de ji avê, bejahiyê, piştre ji gurubên kêzikan ên bi çeng ên destpêkê dest bi pirbûne kirine.
225- 65 milyon sal berî niha, çaxa xişindeyan e. Di vê demê de, tîmsah, beq, marmarok û dînazor pir dibin. Ji xişindeyan lawirên ku em dibêjin guhandar (biçiçik – memeli) ên xwîngerm peyda dibin. Di dawiya demê de dînazor ji holê radibin û pêşketina yên guhandar bi lez dibe.
Di navbera 65 û 1,8 milyon salan de jî yên guhandar cur be cur dibin. Cureyê zindiyên ku herî zêde nêzikê mirovan in prîmat, di vê demê de derdikevin. Prîmat jî komeke ji guhandaran in. Di vê demê de ji derveyî guhandaran, çûk, hêşînayiyên bi kulîlk û kêzik jî pir cur be cur bûne. Di pirbûn û belavbûna guhandaran de, xwîngermiya wan û li gor xişindeyan hevsengî bûna wan hêj baştir bi hemû cureyê nîran re jiyankirin roleke girîng leyîstine. Taybetiya bingêhîn a guhandaran; xwîngermiya wan, bi têkiliyên cinsî pirbûna wan, mezinbûna ferxikê di rehma (malzaroka) dayîkê de û şîrmijîna wan e. Ji taybetiya xwîngermî zindiyekî/ê, em dikarin encama bêtir pêşketinê ya wî/ê zindiyî/ê derxin. Armanca weke xwîngerm pênasekirina xişindeyan jî, hêj nebûna wan a têhna otamatîk a hundirîn a eyara mekanîzmaya wan e. Bi vê ve girêdayî li gorî cihê germ an jî sar pêkanîna hevsengiya laş tê fêmkirin. Ji ber vê yekê mar di sermayê de bêtevger, di germahiyê de bitevger in. Ev taybetiya xişindeyan berî jiyanbûna di bejahiyê de jiyankirina di avê de ye ku ew jî girêdayî bêyî ku pêwîstî dîtina navendekê ya ayarkirina têhneke taybet e. Ji ber ku di kûrahiya avan de têhn bi gîştî negor e (sabittir). Ji derve de zêde tiştekî ku bandor bike nîn e. Di jiyana bejahî de jî di serî de derketin û avabûna rojê rê li ber guhertina têhna rojane vedike. Her ku diçe nîşankirina taybetiya xwîngermiyê ya zindiyan, li beramberî hemû şert û mercan serkeftina jiyankirinê dide diyarkirin.
Bûyîna cureyek ya zindiyan a mazmazkegel û bihestî, li gor yên din ê bêhestî bêtir pêşketin û nûbûnê dide têgihandin.
Di demên derbazbûyî yên cuda de di serî de guhertina nîran ji ber gelek sedemên din ê cuda gelek cureyên zindiyan ji holê rabûne. Heta tê texmînkirin ku di hinek deman de li ser rûyê erdê ji %70 cureyê zindiyan tune bûne.
Teoriya Peresanê Û Koka Mirov
Tomara (kayit) fosîla mirov di tomarên jeolo¬jîk¬(te¬be¬qeyên¬ erdê) yên herî jor de tê dîtin. Ev jî tê wateya mi¬rov ber¬he¬mê dawî yê pêvajoya peresana xwezayî ye. Ji qonaxa hêşînayî û lawiran a herî jêr heta digihê mirov pêvajoya hemû bermayên dîrokî yên çêbûne di mirov de heye. Zanistê gelek berfireh derxistiye holê ku cenînê mirov bi dubarekirina hemû pêvajoyên biyolojiyê yên berî xwe mezin bûye.
Nêrînên şênber ên der barê koka mirov de di dawiya sedsala 19’an de derketine. Heta serê vê sedsalê nêrîna desthilat, di olan de jî ji aliyê xwedayan ve çirokên ‘afirandin’ ê ne. Ji dema afirandina cureyan nêrîna ku her wekî xwe mayîn hebû. Ev di heman demê de nêrîna Arîsto jî bû. Mêzandina Arîsto ya li xwezayê statîk û hiyerarşîk bû, ne xwediyê nêrîna peresana xwezayî bû. Cewhera mantiqa Arîsto li ser neguhertinê bû. Di sedsala 19’dan de Hegel teoriyên peresanê xwezayî dizanî. Hegel beriya ku pirtûka Darvîn a bi navê ‘Koka Cureyan’ derbikeve koça dawî kiribû. Êdî peresîneke biyolojîk-xwezayî hebûneke ku di roja me de tê pejirandin e.
Xweza, bi mutleqan bi pêş nakeve. Mutlaqiyetî, tê wateya neguherînê. Peresena biyolojîk jî girêdayî van pêşketinên navber ên kaosî ne. Cureyên zindiyan bi guherîna ji nifşekî ya nifşekî din ji rewşa destpêkê taybetiyên cuda qezenc dike. Heyîna bi milyaran cureyê zindiyan encax ji xeta peresînê pêşneketina xeta rast de dikare bê diyarkirin. Berevajî dayîna diyarkirina evqas cureyê zindiyan wê neasanî bûya. Yek jî regezên herî bingehîn a pêşketina peresenî ku derdikeve pêş; rastiya ku pêşketina piştre, pêşketina beriya wê jî di hundirê xwe de digire ye. Dijbertî bi hevdutunekirinê pêşneketin e. Di pêkhateya nû de yanê di sentezê de hebûnan di nav çêbûneke bêtir dewlemend de dide berdewamkirin. Derketina mirov a ku weke cureyê zindiyan ê herî dawî ye hilgirtina şopên pêvajoyên biyolojîk ên berî xwe ji bo vê mînaka herî baş e. Bi vî awayî wekî ku tiştekî heyî bi çi awayî tune nabe, bi şeklên nû yên cuda jî hebûna xwe berdewam dike.
Cara yekem Lomark di navîna sedsala 18’an de dibêje ku hebûnên zindî bi veguherînê re ji hevdu pir bûne, peyda bûne. Lê belê yê ku di wateya herî berfireh de fikra veguherînê derxist holê û zagona peresanê ya xwezayî dayî diyarkirin Darvîn e. (1809-1882) Darvîn, heta wê demê yê ku peresîna cureyan herî berfireh dayî diyarkirin e. Darvîn; teoriya peresînê, bi rêya neqandin û îrsiyetê rave dike. Li gorî wî taybetiyên bi zora navendê çêdibin bi irsiyetê derbazî nifşên nû dibin. Teoriya peresînê; der barê derketina holê ya cureyên cuda û têkiliyên wan ên bi hev re derfeta pêşketina têgihîştineke diyar dide me. Îro teoriya gerdûnî ya Darvîn ji ber pêşketina fizîka Kûantûmê gihîştiye raveyeke befirehtir. Rastiyek ku nayê înkarkirin e ku di sedsala 19’an de ev nêrîna gerdûnî ya Darvîn pêşiya pêşketinên pir girîng vekiriye. Li gor teoriya peresanê ya Darvîn ‘fîl, marmarok û mirovek ji heman neslî hatine’. Ev teorî di dema xwe de gelek tepkî wergirt. Dîsa nêrînên peresanê yên Darvîn hemû çîrokên afirandinê yên der barê mirov û gerdûnê de yên olên yekxwedayî yên heta wê demê ku pir desthilatdar in, ji bingeh de rizandiye. Ji derveyi vê ji nêrîna cur di destpêkê de çawan hatiye afirandin her wekî xwe mayîn jî tê de nêrîna afirandina cureyan yên cuda cuda jî vala derxistiye. Li gorî Darvîn “di dawiya xeta peresanê de ji lawiran derbazbûna mirov helqeya dawî meymûn e. Dibêje; mirov, ji curekî pir pêşketî yê meymûnan di encama veguherîna mercên guncaw de çêbûye.” ji vê teoriyê girêdana navbera meymûn û mirov weke “mirov ji meymûnê çêbûne” ravekirin xelet e. Di vî alî de di nêrînên Darvîn de hebûna kêmasî û hinek xeletî jî nayê înkarkirin. Lê belê ya ji bo me girîng ji nêrîna wî ya peresîna xwezayî bi israr li ser vî aliyê wê sekinîn e.
Îro îzahên zanistî didin diyarkirin ku mirov ji cureyê bi navê prîmat çêbûne. Pêşiyên mirov ne meymûn lê pirîmatên bi meymûnan re ji kokekî hevbeş tên in. Mirov û meymûn, berî niha bi milyon salan du cureyên cuda ku ji heman kokê hatine veqetandin in. Û dikare bê gotin ku bi meymûnan re herî zêde lêzimiya (xizm) wan heye.
Di sedsala 19’an de ku Darvîn jiyan dikir, li ser nêrîna peresanê gelek nîqaşên ‘rast e yan jî xelet e’ dihatin kirin. Lê belê êdî di roja me de ev nêrîn di aliyê zanistê de hatiye pejirandin û nîqaşên di roja me de bêtir tên kirin ew e ku peresana mirov çawa çêbûye. Di dayînên niha de der barê her pêvajoyekê de eger fosîl nebin jî, mirov çawan di pêvajoyeke peresanê re derbaz bûye bi xetên giştî be jî derketiye holê. Lê peresana mirov hêj ne bersiveke tam a vê pirsê ye. Di vê derbarê de bi hejmareke kêm delîl, bi hejmarek gelek danan hene. Bi îhtimalekê di dara nijadî ya mirov de girêdayî hinek çiqan cureyên nifş tunebûn û tenê yek çiq ber bi Homo Sapîens ve çûye. Di vê der bare de hebûna zemîneke şemetok divê her tim li ber çav were girtin. Fosîl û derxistina amûrên ber bi derfetên nû yê lêkolînkirina pêşketina zanistê hêj bêtir rê li ber dîtînan vedike û ev hê bêtir tê berdewamkirin.
Li gel ku ne misoger e jî li Efrîkayê cureyên mirovan ê cuda li dû hev pêşketî, hinek jî heta cihekî hatî û yên hê bêtir pêşketî jî neslê me çêkirine, ev nêrîn bi vî awayî îro pir li pêş in. Bi vê ve girêdayî di dirêjahiya peresîna mirov de di hinek deman de ji yekî zêdetir ji cureyê mirovan tê bawerkirin ku di heman demê de jiyan bûne.
Derketina mirov weke cureyek ê zindiyan rastî demên qeşayê tê. Mirov bi çanda pêşxistina zoriyan an jî bi gavavêtina civakîbûnê bi ser ket. Mercên werzên hişk dibe ku bi rêjeyek mezin rê li ber çêkirina amûran vekiribe. Ji zindiyên ber bi mirovan ve diçin, hatina roja îro ya Homo Sapîensan di dawiya demek dirêj de û bi peresînê çêbûye. Yanî qezenckirina taybetiyên biyolojîk ên mirovan di encama peresînê de çêbûye. Çêkirina amûran û bikaranîna agir her ku çû di navbera cureyê mirov û prîmatan de mesafe çêkir.
Rêber APO jî di derbarê vê mijarê de wiha dibêje; “Dibe ku mirov ji hebûna rêgezek dadgeriyê ya di gerdûnê de bawer bike. Tu avabûn, bêyî ku merc û raveya wê hebe dernakeve. Xweza, ji dîtina çêbûna wê bêhtir adiltir e. Şaşkirin û xeletkirina windakirina qabîliyeta me ya çavdêriyê, civaka şaristaniyê berpirsiyar dîtîna vê, nirxandineke bêtir di cî de ye. Çêbûna mirov jî; pêşketineke çêbûna adîl e. Dikare bê gotin ku, hemû rêkûpêkiya gerdûnê, alema biyolojîk û sazîbûnên civakî bixwe di xizmeta çêbûna mirovan de ne. Gelo dadgeriyeke ji vê mezintir heye? Eger di civakê de hiyerarşiyeke mezin û çewtiya dewletê ser vê rastiyê girtibe, berpirsyarê vê misoger dibe hêzên xwediyê van çewtiyan. Wê demê erk misoger wê ayîdê mirovê li dûv dadgeriyê be. Ji bo dadê yê ku hemû wate û çalekiyê bi pêş dixe mirov e. Helbet mirovê ku dibêje “ez li dadê digerim”, weke ku talibê vê erkê ye, ew yê pêwîstiyan jî bi wate, bi rêxistin û bi çalekî çêkirin û dayîna berdewamkirin in.
Nirxandina merheleyên peresanê û pir-rengiya alema biyolojîk di nav perspektifên bingehîn ê me de gengaz tê dîtin û asankirin. Derbazbûna navbera alema hêşînayî û lawiran ji saya derbezbûna navbera molekulên zindî û nezindî bêhtir asanî em dikarin têbigihên. Zanist di van mijaran de gelek mesafe wergirtiye. Tevî hemû kêmasî û pirsên derketine holê, em gihîştine dewlemendiya wateyên cidî. Gerdûna hêşînayiyan bi serê xwe mucîzeyek e.
Ji kevzeke seretayî ta digihê darekê fêkiyê ya harîkulade, ji cihekî bi çîmen, gihîştina gulên bistirî hêza qabiliyeta zindîtiyê dide diyarkirin. Bi qasî xweşikiya gulê, têkiliya navbera girêdana gulê û parastina bi striyên xwe, bi yê ku qet tiştekî nizanibe jî hinek tiştan dide fêmkirin. Aliyê herî balkêş ê peresînê ew e ku, pêvajoyek dema ku pêvajoya beriya xwe hildigire, parçeyê dewlemendbûnê, weke endamê xwe diparêze. Yanê weke tê hizirandin peresîn ne ku yek yekî tune bike (Darvîntiya dogmatîk), bi dewlemendkirin û pirkirinê berdewam dibe. Ji yek cureyî bo pir cureyiyê, ji kevzên seretayî heta pir-rengiya bêdawî pêşketin mijara gotinê ye. Pêwîst e pir-rengî û pirzêdehî weke zimanê hêşînayî û jiyanê bê dîtin. Ew jî malbata xwe, xizmên xwe, heta hinek caran dijminên xwe jî hene. Le belê hebûna parastina her cureyekî li gorî xwe jî di asta rêgezê de ye. Hebûneke bê parastin weke tune be tê dîtin.
Pirseke din a ku pir balê dikişîne ser xwe; ‘çima gerdûn dixwaze bi pêş bikeve?’ ye. Hê rastir, gelo taybetiya gerdûnê ya pêşketî ma ne delîla zindîtiyê ye? Alema biyolojîk bersiva vê pirsê hê bêhtir asanî dike. Pirseke din a ji bo pêşketina biyolojîk jî girêdayî istîsnatiya gerstêrka ‘cîhanê’ ye. Di gerdûna ku tê çavdêrîkirin de heta niha çi gerstêrka zindî nehatiye dîtin. Ev nêzikatî gelek bi pirs e. Kapasîteya mirov a tespîtkirina hemû gerstêrkan pir bisînor e. Mêşdewek çiqas dikare cîhanê şîrove bike, mirov jî ew qas dikare gerdûnê şîrove bike. Îdîaya ku mirov dikare her tiştî bizane, sazkirineke ramana metafizîk e. Ev, nêzikatiyeke dişibe afirandina xwedê ye”
Çêbûna Duyemîn Ya Xwezayî (Civaka Xwezayî)
Civaka xwezayî, teza destpêkê ya hebûna mirov e. Mirovatî, cara yekem bi civaka xwezayî re weke hebûneke civakî dikare derkeve holê. Beriya wê jiyana lawirî bû. Piştî wê jî pergalên civakî yên dijberî wê ku bi şeklê hiyerarşî û dewletparêz pêş dikevin bûn. Civaka xwezayî, pergaleke civakî ya demeke pir dirêj ku ji veqetîna cureyê zindiyê herî nêzikî mirovan ku jê re prîmat tê gotin dest pê dike. Bi derketina civaka hiyerarşîk re civaka xwezayî ji leyistina rola sereke derdikeve. Civaka xwezayî di hemû aliyên jiyana mirovahiyê de hebûna xwe nîşan daye. Temenê mirov ku weke civakî ji % 98 di civaka xwezayî de derbaz bûye, vê rastiyê bêtir rave dike. Pergalên hiyararşîk û dewletparêz pir bi zanistî civaka xwezayî înkar kirine, dîrokê ji xwe dane destpêkirin.
Civaka xwezayî, divê tenê weke civaka Neolîtîk neyê fikirîn. Civaka Neolîtîk, dema dawî ya cîvaka xwezayî îfade dike. Şoreşeke pir girîng e ku ji derbazbûna jiyana cihwarbûnê dest pê dike. Bi vê ve girêdayî dema Neolîtîk, bi rengê civaka xwezayî ya herî dema mayînde fêmkirin nêzikatiyek hê rastir e. Ji bo civaka xwezayî bi gotineke din, civaka mirovatiya Paleolîtîk û Neolîtîk jî tê gotin. Dîsa di hinek pirtûkan de navê wê weke cîvaka xwezayî jî derbas dibe. Mirovatî bi hezar salan bi şeklê klan, qebîle û eşîret jiyan kirine. Pêwîst e ku ev şekilgirtina civakî bi berfirehî bê lêkolînkirin. Heta digihê roja me gelek têgihên weke dayîk, biratî, azadî, wekhevî, berpirsiyarî, ked, dad, hevkarî, comerdî, pelewanî, qehremanî, temamkerî, cejn û hwd. ji wê demê mane.
Di Pêşketina Gerdûnî de Civakîbûna Mirov û Hebûna Jina Dayîk
Mirov, bi veguherîneke genetîk û civak¬î¬bûn¬ê peresîna çan¬dî pêşket. Pêvajoya ku ji yekhucreyiyan dest pê kirî di encama milyar salan de bi derketina mirov bi encam bû. Mirov; cureyê zindiyê herî dawî ye. Cureyê mirov di nava ew qas cureyê zindiyan de weke mirov yan jî weke hebûnekî civakî derketin rewşeke nû ye. Çima di nav ew qas cureyê zindiyan de mirovbûn? Di hebûna mirov de çêbûna biyolojiya dişibe mirov a îro, bêguman hebûneke pir girîng e. Lê belê esas mirovbûn pêkhatina bi gava civakîbûnê aliyê herî girîng e ku pêwîst e li ser bê sekinîn. Di destpêkê de biyolojiya mirov ku zeminê civakîbûnê pêşkêş kiriye eger bi dirêjî bigirin dest bi vî şeklî ye; mezinbûna mejiyê mirov her ku diçe ji yê prîmatan veqdiqete, ev ciyawaziyeke girîng e. Dereng hişkbûna kafikê serê mirov derfeta giran mezinbûn û pêşketina mejiyê mirov dide. Mejiyê mirov heta derdora 5 salî pêşketina xwe temam dike. Taybetiyeke din a biyolojiya mirov, sekna li ser piyê xwe ye. Ev rewş hê bêtir rê li ber qezenckirina serbestiyê vekiriye. Tîk(rast) sekinin bi serbest berdana masûlkeyên(kas) derdora stû, zemîna pêşketineke rihet a çene û kafika serî dide pêşkêşkirin. Dîsa bikaranîna dest, tîk rêveçûn, di pêşketina mejiyê ku xwedî pergala rehik (sinir) a tevlihev de rol leyistinê nîşan dide. Şemitîna çavan a ji rexan ber bi pêş ve, derfeta dîtîna tiştan a sê alî çêdike.
Di civakîbûna mirov de teza R. Briffoult a der barê têjikê mirov de, di demek dirêj berdewamkirina girêdayin û bi serwextbuyînê ev tez ya herî bingehîn tê destgirtinê. Mirov ji cureyê beriya xwe bêtir şikestî, taybetbûyîn û bi derdor re yekbûyîn çêkirin de bê lebat û ji ber vê sedemê hêj bêtir lê meyzandin dixwaze, ji ber vê jî cureyekî zindiyan e ku bêtir girêdayî cîvakîbûnê ye. Mirov wekî lawiran lebateke xwe ya taybet ji bo parastinê nîn e. Di vî alî de mirov candarekî herî bêhêz e. Pilingek pençeyê xwe, seyek didanên xwe, li hember sermayê mûyên xwe hene. Lê mirov ne wisan e. Gelek lawir piştî têjika wan dizê çend rojên din dikarin rabin ser xwe û bi rê ve biçin. Di vî alî de piştî mirov jî dayîk dibe herî kêm bi qasî salekê weke ku di malzaroka dayîkê de be ye. Encax heta 18 salî mezinbûna xwe temam dike. Ji ber van sedemên ku hatin diyarkirin bêyî ku mirov bikeve rewşa hebûneke civakî jiyana xwe berdewamkirin ne gengaz e. Bi vî awayî pêwîst e em derketina civak an jî civakîbînê bêtir bi berfirehî nas bikin.
Wekî ku Rêbertiya me dide diyarkirin; “Civak, cureyê mirov bi çêkirina amûran û bi zanebûn ber bi armanca bingehîn ve meşiyan, bi hevcinsê xwe re yêkbûn, ji cureyê lawirê herî nêzikê xwe qutbûn û bi hev re jiyankirinê rave dike”. Civak nebe mirov jî wê nebe, tesbîteke zanistî ye. Pêvajoya civakîbûnê di gerstêrka me de bi destê mirov çêbû. Hebûna herî bingehîn jî di aliyê zanîstî de tê pejirandin. Veqetîna mirovan ji prîmatan bi civakîbûnê ji nêzik ve eleqedar e. Mirov, bêhêzbûna xwe bi civakîbûnê der¬baz ¬ki¬ri¬ye. Berî mirov weke hebûnekî civakî bi pêş bikeve jiyaneke prîmat a lawirtî hebû. Veqetîna ji prîmatan; mirovbûn e, civakîbûn e. Mirovbûn di encama pêvajoyeke dirêj û mercên dijwar de pêk hatiye. Eger bihevrebûn, bihevre tevgerkirin, hevkarî, arîkarî nebûya, negengaz bû ku mirov, mercên zor û zehmet bi tena serê xwe çareser bikirina. Ji ber vê sedemê civakîbûn pir girîng e. Dîsa ev civakîbûn di nava wê de derketiye. Berevajî ku tê fikirîn, gotina civakîbûn di bingehê dijberî xwezayê de çênebûye. Rewşeke çêbûneke nû ye, lê ev jî ne rewşeke ji xwezayê veqetan e.
Wekî din jî girêdana civakîbûnê ya bi amûran re heyî jî divê bi girîngî li ser bê rawestan. Lawir bê amûr dikarin bijîn lê mirov ne wisa ne. Jixwe dema amûrên destpêkê derketin holê gavavêtina civakîbûnê di nav hev de dide nîşandan. Dîsa di dema çêkirina amûran de guherîna serma, rasthatina heman demê ya werzên hişk ne tesedufî ye. Bi hatina ba hev a cureyê mirov, bi çêkirina amûran li hember zoriyên jiyanê bi ser ketine. Mirovê ku di destpêka serdema qeşayê de derketî piştre jî weke hemû demên din ê qeşayê tevî demên din ê serma yan jî germayê bi israr di têkoşîna jiyanê de hebûn encax bi çêkirina civakê çêbûye. Çêkirina amûr di pêşketina zîhnî û civakî de rê li ber guhertinê vekiriye. Di rastî de di navbera biyolojiya mirov û şempanze –ku weke cureyê herî nêzikî mirov tê pejirandin de, ciyawaziyeke anatomîk a cîdî nîn e. Ciyawaziya bîngehîn; tevgerên cîvakî ne. Ev viya nîşanî me dide; ciyawaziya bîngehîn a di navbera mirov û lawiran de cîvakîbûn e.
Aliyek din ê girîng ku di civakîbûnê de pêwîst dike li ser bê rawestîn jî, civakîbûyin li derdora jina dayîk çêbûye. Diyardeya “Dayîktî” ku hêza civakîkirin a herî kevn û destpêkê ye rewşeke ku di roja me de ji aliyê zanistê ve hatiye diyarkirin e. Zarokanîna jinê, zarok xwedîkirin, jina ku herî baş kom dike, diparêze û ber bi rewşeke dayîna jiyankirin ve dehf daye. Zarok tenê dayîkê nas dike. Dema ku nedihat zanîn jin ji aliyê kijan zilamî ve hemîle bûye, dihat zanîn ku zarok ê/a kîjan jinê ye. Dema em dibêjin taybetiya dayîkbûnê em danakevin taybetiya dayîkbûneke biyolojîk a razber. Ya ku di bin vê de radizê; pêkanîna bingeha hebûna civakî ya dayîkê û girêdayî vê aliyê wê yê afirînerî, parêzvanî, bisûdîtî û berdewamkirina jiyanê ye. Bêyî ditina van taybetiyên bihêz ê dayîkê ku di hebûna civakî de radizê, ji civakîbûnê re wateyeke bi tendirust nayê dayîn. Pîroziya têgiha dayîkê bi vê rastiyê re jî nêzik ve girêdayî ye. Di vê mijarê de li gel keda dayîkê ya ku bingeha civakîbûnê ye jî, heta demeke nêzik zanist bi nêzikbûneke cinsiyetparêz xwestiye girêdan çêbike. Di serî de klan ku rêxistina civakîbûna destpêkê ye, ji wê dest pê dike, şeklê qebîle û eşîretê li der dora jina dayîk civakî dibe. Dîsa li gel têgiha “dayîk” xwedawenda dayîk hebûneke pir girîng a cîvakî ye û pêwîst e weke têgiheke girîng bê fêmkirin.
SERDEMA PALEOLÎTÎKÊ
Ev dem ji mirovê seretayî heta dawiya dema çaremîn a qeşayê ji berî niha 20 000 sal diçe. Ev dem, destpêka dema veqetîna jiyana lawirtî ya mirov û çêkirina civakê ye. Ji bo vê jê re civaka ‘klan’ tê gotin . Klan girîngiya xwe ji destpêka mirov û ji awayê bingehîn ê hebûnê werdigire. Klan; derketina civak, hafizeya destpêkê, zanîna bingehîn û bingeha pêşketina têgihên baweriyê ye. Ji ber bikaranîna amûrên beriya mirovê destpêkê jê re dema beriya kevn, dema Paleolîtîk hatiye gotin. Em dikarin vê demê ji destpêka dema birîna amûrên destpêkê bigirin dest. Bi milyon salan berdewam kiriye. Klan, hejmareke li der dora 20-30 kesan ku yekitî yan jî civakek li derdora jinê ye. Jiyan bixwe li ser bingeha komkirin û nêçîrvaniyê ye. Tiştên ku ji komkirinê bi dest dixin ê hemûyan e. Jin bêtir bi kombûnê; zilam jî bi nêçîrvaniyê ve mijûl in. Ev terz karparvekirin her ku diçe şexsiyetek ciyawaz û rê li ber çêbûneke çandî vedike. Ev terzê xwedîbûnê şeklek xwedîbûna cureyekî lawirên din ê nêzik e. Klan, ji ber ku civakeke ne zêde tevlihev e, ji pirsgirêkeke civakî ya diyar nayê behskirin. Keşifkirina amûr û agir her ku diçe mirovbûnê bêtir bi lez dike.
Klan, ji ber ku civaka destpêkê ye ji derveyî klanê jiyaneke din nayê fikirîn. Endamê klanê, li gel endamên klanê bi hev re, bi giştî jiyankirin rêgezeke ku nebe ye. Di vî alî de cuda jiyankirina endamekî ji yên din nayê fikirîn. Dayîna jiyankirina klanê rêgezê bingehîn e. Di klanê de rêgeza “yan hemû yan qet” bingehîn e. Di klanê de şexsiyeteke cuda û hukmekî cuda nayê fikirîn. Klan şeklekî civakê ye ku bê zordarî, bê çînayetî, bê hiyerarşî û bê îmtiyaz e. Ev curê mirov ku weke pêşketina civaka destpêkê xweperastina rêgezên arîkarî û hevkariya demên pir dirêj e ku em dikarin vê encamê jê derxin. Yanê wekî tê fikirîn, desthilatdarî, berjewendî, hemberî, ev têkilî di destpêkê de di vê pêkhateyê de nîn e. Dîsa di jiyana klanê de di hembêza xwezayê de weke “dayîk” tê hizirîn. Girêdana bi xwezayê re weke têkiliya dayîk û zarok e. Ji xwezayê veneqetîn, bi xwezayê re bûyîna hev esas e. Klana ku xwe dispêre hêza jinê, bi xwezayê re yekbûyî ye: hevkarî û yekîtî ku em dibêjin bi nirxê komunal çêbûyî, bi nirxê bihêz ê mirov derketiye holê û di heman demê de rastiyeke civakîbûneke bi tendurist e.
Têgihên azadî û wekheviyê di awayê jiyana klanê de ji ber xwe hebûn ev, taybetiyeke girîng e. Di roja îroyîn de jî bi zanebûn pênasekirina azadî û demokrasî têgihandin heye.
Çêkera fikrî ya klanê em dikarin weke çêkereke ku dişibe çêkera zarokan a fikrî bigrin dest. Ramana anîmîst û totemîst şeklê ramana herî diyar e. Animîzm( ruhîtî-zindîtî) hemû hebûnên xwezayî yê li derdorê weke xwe zindî dibîne. Mirovê destpêkê, hêj ne di pêşketina cudakirina nesneyan ya ji hevdu ye. Ev di heman demê de tê wateya ku hêj ew ji xwezayê nehatiye veqetandin. Bi hêzên xwezayê re yan jî giyana wê re lihevhatin girîng e. Girêdayî vê ramana anîmîst wê piştre sêhrbazî pêş biketa. Sêhrbazî, ji baweriya şiyana kontrolkirina hebûnan tê. Û tê wateya pêşketina hêza sepandina (pêkanîna) pratîkê. Dikarê ji bo zanist an jî teknîka wê demê ev bê gotin. Sêhrbaz, bêtirê xwe ji jinên xwediyê tecrûbeya jiyanê, ên ku di civakê de herî zêde çavdêr bûn pêk dihatin.
Totem jî; ji nesne, hêşînayî yan jî lawirekî herî bi sûd ê di jiyanê de rol dileyîze hatibû hilbijartin. Weke sîmgeya klanê tabû, pîroz bû. Totem di baweriyê de di têkiliyên desthilatkirinê de nîn e. Totem, weke pîroz û nayê destdayîn dihat pejirandin. Rêzdariya totem di bingeh de ji rêzdariya hebûna xwe ya civakî dihat. Totem, ravekirina sembolîzeya zanebûna klanê ye. Di vê aliyî de ger em bibêjin razberkirina destpêkê ye neşaş e. Klan; derbazbûna klanê, îro û pêşeroja wê di hundirê xwe de hildigire. Bi kurtahî dikare jê re nasnameya klanê bê gotin. Klan, bi girêdana totem hêz digire. Hebûna xwe dide biwatekirin.
Serdema paleolîtîkê, bi giştî di sê beşên weke; jêr, navîn û jor de tê lêkolînkirin.
Serdema Paleolîtîk A Jêr
Misoger destpêka wê nayê zanîn, ji niqirandina amûrên destpêkê tê destpêkirin. Amûrên ji destê mirov derketî yê herî kevn û kaba li Efrîkayê hatinye dîtin. Der barê vê demê de di destê me de zanînên pir kêm hene. Amûrên di vê demê de, hatine standartkirin yanî heman taybetî û gelek bikêr gotin gengaz e. Çend milyon sal amûrên xwedî heman taybetî hatine çêkirin. Yanê mirovan li her derî amûrên ku bi ser hev ve diçin çêkirine. Amûrên vê demê bi taybetî li herêmên Dîlok, Semsûr û Ruhayê pir hatine dîtin. Ev jî viya dide nîşandan; Kurdistan ji bo berdewamkirina jiyana mirovên destpêkê herêmeke herî guncaw ku ji bo xwe hilbijartine ye.
Wekî din di vê demê de agir hatiye kişfkirin. Tê zanîn ku berî niha nîv milyon sal mirovatî agir bi kar aniye. Bi agir re pêşketin hê bêtir bi lez bûye.
Serdema Paleolîtîk A Navîn
Di vê demê de di çêkirina amûran de guhertineke li ber çav diyar dibe. Mirovên di vê demê de di şikeftan de jiyan kirine. Êdî li şûna bivirên bikêr ên ber bivirên curbecurbûyî yê nû digire. Yanê êdî mirov ji bo her bikêrekê amûrên cudatir çêdike. Bi vê pêvajoyê re weke cureyê amûrekî nû serê tîr û riman jî hatiye çêkirin. Tê texmînkirin ku di vê demê de goşt bi pehtin hatiye xwarin. Di erdkolînên li Kurdistanê hatî kirin de rastî dîtînên vê demê hatine. Di erdkolînên li derdora Bîrecikê de rastî berhemên vê demê hatine.
Serdema Paleolîtîk A Jor
Di vê demê de, pêşiyên mirov ên îroyîn ku Homo Sapîens in jiyan kirine. Dîsa dema ku kêrhatinên dest ê mirovan pir pêşketî bûne jî di cihên cuda yê cîhanê de rastî wêneyên şikeftan, rolyef (kabartma) û peykeran hatine. Dîsa tê fêmkirin ku bi bikaranîna metranê (zipkinê) êdî bi berhemên avê xwedîbûn dest pê kiriye. Li Dîlok, Semsûr û Ruhayê rastî berhemên dewlemend ê vê demê hatine.
Serdema Mezolîtîkê
Pêwîst e weke dema derbazbûna navbera serdema paleolîtîk û neolîtîkê bê fêmkirin. Jiyana gerok (koçber) a bi şiklê klanê di vê demê de berdewam bûye. Destpêka vê demê, weke dawiya dema qeşayê destpêka merheleya dawî BZ. 20 hezar sal hatibe destgirtin jî, di salên vê dawiyê de bêtirê xwe di BZ.15 hezar salan de tê destpêkirin. Di van salan de zanînên der barê guhertina mercên werzan de hene.
Werzek germ tê jiyankirin, bi helandina qeşaya li cemseran di civaka hêşînayî û lawiran de guhertin dest pê dike. Guhertina mercên derdor li hinek cihên cîhanê li gorî berê hê baştir, li hinek cihên din jî bêtir xirab, mercên zorîtî derdixe holê. Mirov li hemberî vê guhertina werzan a berî wê cudatir, hem biyolojîk hem jî kabiliyeta(yeti) fikrî, çandî û bi teknîk xwe pêşwazî dike. Amûrên biçûk ku jê re mikrolît te gotin; texte, sax, li ser destigên hestiyan bicihkirin dest pê kirine. Di vê demê de di xwedîbûnê de curbecurtî derdikeve ber çav. Bi taybetî ji sûdgirtina fêkî (mêwe), hêşînayî û rayên wan pir zêde bûye. Ev, ji bo çêbûna dema neolîtîk zemîneke pir girîng çêkiriye. Civaka mezolîtîk jî cara yekem, li Mezopotamyaya jorîn derbaz bûye. Di vî warî de gelek delîl hatine bidestxistin. Bi taybetî amûrên ku ji vê demê mayîn li Ruha û derdorên wê pir hatine dîtin. Jixwe piştre şoreşek çand û lawir ku tê zanîn dema neolîtîk jî di vê herêmê de jiyanbûn bi vê rastiyê ve girêdayî ye.
Serdema Neolîtîkê
Civaka Neolîtîkê ku jê re civaka xwezayî tê gotin ber bi dawiya dema Mezolotîk de tê jiyankirin û di heman demê de weke dema jiyanbûna taybetiyên civaka xwezayî ya herî kûr dikare bê destgirtin. Ji bo civaka Neolîtîkê cara yekem bi dawîhatina dema dawî ya qeşayê, texmînî di BZ. 11 hezar salan de li hember demsalên zuha yên hişk li qûntarên Toros û Zaxrosan dest pê kiriye. Ev ji delîlên di destê me de tê fêmkirin. Ji bo ku mirovahî cara yekem derbazî jiyana cîwarbûyî bûye û ji ber girîngiya dîrokî ya pêşketina vê demê jê re Şoreşa Neolîtîk hatiye gotin. Navê Şoreşa Neolîtîkê cara yekem di salên 1930’an de arkeologê îngilîz Gordîon Cilde bi kar aniye. Şoreşa Neolîtîkê, şoreşa kedîkirina lawîr û çandiniyê ye. Êdî ji jiyana koçberiya bi şiklê komkerî û nêçirvaniyê mirov derbazî destpêkirina demeke hilberînê dibe. Di dema Mezolotîkê de her ku diçe diyardebûna tov û di encama komkirina rayan de hê bêtir bi hêşînahiyan re mijûlbûn, eleqedarbûn dest pê dike. Ji ber sedema tecrûbeyên ku tên bidestxistin û guherîna demsalan çandinî û lawirvanî tê destpêkirin. Şoreşa Neolîtîkê bi kedîkirina van şînatiyên di xwezayê de gavavêtinekê çêdike. Şoreşa Neolîtîkê li her cihî di demên cuda de bi heman şiklî pêk hatiye. Dîtina gelek kişfan, pêşketina civakî hîn bi lez û bez kiriye. Bi vê pêşketina cîvakîbûnê re mirov, mesafeya di navbera xwe û prîmatan de tam daye vekirin.
Şoreşa Neolîtikê, li gel pêkhatina şoreşa gundan di heman demê de şoreşeke jinê ye. Çandinî û lawirvanî li derdora jinê bi pêş dikeve. Beriya wê, jina ku bi komkeriyê hêşînayiyan gelek baş nas dike û destpêkirina çandiniyê ya di vê demê de, bûyerên ji hev ne cuda ne. Ev dem, dema kedîkirin, çandinî, darçandin, gund avakirin û perestgeh çêkirinê ye. Bi raçandinê cil lixwekerin, bi aşê dest ar û nan çêkirin, bi dîzik û kûzikan xwarin çêkirin, helanîna xwarinan, birîna beran û bi kerpîçan xanî çêkirin hemû berhemên vê demê ne. Hêşînayî û beşek mezin ji lawirên roja îro di vê demê de hatine çandin û kedîkirin. Qewartin û ji berên bakir çêkirina bivir, tevrik, gîsin, teker, erebeya ga, kişfên bingehîn ê demê ne. Çanda Neolîtîkê her cihê ku diçê lê bi cih dibe. Her tiştê ku di jiyana mirovatî de rol dileyîze pîroz tê dîtîn; zad(gida), çandinî û tiştên ji lawiran tê bidestxistin, her tiştê ku bi sûd in… Zad ji ber vê sedemê pîroz e.
Bi civaka Neolîtîkê re mirovahî ji awayê civakî yê klanê derbazî awayê civakî yê qebîleyê bûye. Bi civaka Neolîtîkê re qebîleyên koçber ên ku bi giranî bi lawirvaniyê ve mijûl dibin, ji qebîleyên cîwarbûyî yê bi çandiniyê re mijûl dibin cuda dibin. Civakeke ku gihîştiye mezinbûna qebîleyekê bi prisgirêka rêveberiyê re rû bi rû dimîne. Yên herî bi tecrûbe yên qebîleyê û pêşketinê berdewam dikin tên rewşa rêvebirên xwezayî. Ji ber vê karparvekirina bi awayê sêhrbazî şaman derdikevin.
Li derdora jinê civaka jina dayîk û çanda xwedawenda dayîk derdikeve holê. Jiyana cîwarbûyî herî zêde ji bo jinê pêwîst e. Zarok xwedîkirin, çandinî, libendêmayîna darên fêkiyan û axil hê bêtir bicîwarbûnê pêwîst dike. Ev merc bêtir rista jinê zêde dike û çanda xwedawendiyê pêk tîne. Sembolên xwedatiyê yên destpêkê, ne di şeklê zilaman de ne, di şeklê xwedawendên jin de ne. Jî fikirîna totem derbazbûna xwedayî pêwîst e weke ciyawaziyeke mezin bê destgirtin. Peykerokên jinan ku ji kolînan derketine nîşaneya vê ya herî baş e. Di ziman de çêkera mêyîtî desthilatdar e. Ji xwedawenda jin a destpêkê ku bi stêrkan hatiye sîmgekirin re STÊRK gotin ji vê çandê tê. Di gundan de perestgehên destpêkê tên çêkirin.
Piştî pêşketina civaka destpêkê ku li derdora dayîkê, di vê demê de çanda dayîkê bêtir karibûye pêşketinê bide diyarkirin. Jina dayîk xwediyê taybetiyeke herî baş a pêşwazîkirina pêwîstiyên teknîkî, ewlekarî, xwarîn û rêk û pêk-kirina kedîkirinê ye. Li gel kedîkirina lawir û hêşînahiyên xwezayê perwerdekirina zilam jî tevlî girêdana rêkûpêkiya xwe-ya kedîkirinê kiriye. Ev taybetiyeke pir girîng e. Ji nêçirvanî û komkeriyên duhîn derbazbûna mirovê dihelberîne neasan e. Jin di mijarên cinseltî û xwedîkirinê de hinek rêzikan bi pêş dixe. Jina dayîk; çiqas gelek zarok, dost, zilam tevlî girêdana rêkûpêkiya xwe ya kedîkirinê bike, ew ewqas dibe jineke bihêz. Beşek mezin yê zilaman bi xwezayî ji derveyî vê rêkûpêkiyê ne. Jina dayîk ên ku bisûd dibîne û bi giranî yên bi temen ji derveyî vê rêkûpêkiyê ne. Ev, ne di wateya jin netevlîker e de ye. Pêwîst e ji dervemayîna zilam weke nehatina civaka jina dayîk bê fêmkirin. Li vê derê zilam, heta dawî wenda û bi hoyekî zaroktî bi jinê ve girêdayî ye. Xwedawendtî, ravekirina kombûna taybetiyên jinê ya ku di cewherê xwe de şoreşa Neolîtîkê bi ser xistiye ye. Afirandinî, naskirina hêşînayiyan, çandin, kedîkirina lawiran, çêkirina dîzik û kûzikan, raçandin û amûrên male, xwedîkirina zarok, tivrik-kirin, li bendemayîna darên fêkiyan, ev hemû di bin pêşengiya jinê de bi pêş ketine. Di vê demê de di ola xwedawendiya dayîkê de, xweda dostê mirov û afîrîner e. Çewisandin û derew nîn e (nizane). Di nav mirovan de bûyîn û ne li ser civakê re bûyîn aliyê azadî û wekheviya xwedawenda dide nîşandan. Dîsa nîşana hêj civak bi çînan nehatiye cudakirinê ye. Civak bixwe xwedawendan bilind kirine. Ev di heman demê de bilindkirina civakîbûna xwe, rêzdariya kedê û pîroziya bereketê ye.
Taybetiyeke din a pir girîng ku ji bo dema Neolîtîk jî pêşketina ziman û çanda Aryen e. Heta dema Neolîtîkê di civaka klan de pêşketina zimanekî hêj ne mijara gotinê ye. Bêtir mirov dikare behsa hinek deng û îşaretan bike. Di vê xalê de dema Neolîtîkê, di aliyê ziman de jî demeke nû rave dike. Gelek kişf, pêşketina civakê û bi pêşketina hêza wateyê tevî xwe ziman jî bi pêş xistiye. Çand û zimanê Aryen berhemên şoreşa lawirvanî û çandiniyê ye.
Eger em taybetiyên çanda dayîkê bi kurtî bidin diyarkirin; di çanda xwedawendiyê de, çînayetî, hiyerarşî û taybetiya dewlet derxistinê nîn e. Têkiliya dayîk û zarok çawa be, têkiliya xwedawendan bi xwezayê re heman e. Li xwe girtiye, bi gîştî tamamker e. Xwesipartina wê ya bi ked û afirîneriyê, li gel xwe pêwîstî nedîtina derew û zordariyê aniye. Ji ber vê sedemê taybetiya wê ya aştîxwaz diyar e. Ev taybetî hemû; taybetiyên komunal û demokratîk in. Cejn, li hember serhevdanînê tedbîrek e. Yek ji hebûna herî zêde ku xwe di civakê de dide pêş, pergala exlaqî ya civakê ya gelek bihêz e.
Exlaq: pêkanîna rêgezên rojane ya ku xwe napesêre zora civakê ye. Yanê meşandina pratîka rojane ya civakê ye. Dîsa bihevdudayîna jiyankirina zekaya hestî û zekaya analîtîk ciwanî afirandinê dibînin. Ji ber vê sedemê hêj çêkera ruh û mejiyê mirovê civaka xwezayî parçe nebûye; di jiyana wan de nakokiyên sunî ne mijara gotinê ye. Di jinan de ya bêtir tê jiyankirin zekaya hestiyariyê ye; rê li ber bêtir watedayîna jiyanê vedike. Jiyana jinê ji ya zilam bêtir saf, sade dîtinê. Bi hezaran sal bi berdewam bilindkirina dayîka xwedawend çavkaniya xwe ya ji rol leyistina jinê ya jiyana civakê de bêtir baş tê fêmkirin. Star ku jina xwedawend a destpêkê ku bi afirîneriya neolîtîk tê sîmgekirin, daketina wê li welatê Sumer weke dîrokî hatiye belgekirin. Pîştî çanda star weke Nînhursag, Înana, Îştar, Hepat, Astarte, Kîbele, Afrodît… hatiye berdewamkirin. Di roja me de jî; Çanda xwedawend ku em dibêjin çanda star e pêwîst e ji nû ve bê zindîkirin. Ev di heman demê de tê wateya civakeke demokratîk, ekolojîk, cinsiyetparêz û azadîxwaz. Weke din jî-ji nû ve tevlibûna jinê ya jiyana cîvakî, di nava vê de wateya derbazbûna çanda jin û mêr di nav xwe de digire. Piştî hezar salan careke din hevdîtina jin û jiyanê, cewhera çanda xwedawendan pêk tîne.