Çavkanî: Kaianders Sempler, Ny Teknik, Swêd
Werger: Zagrosê Haco
Tê behwerkirin ko ev mirovê niha yê modêrn, homo sapiens, berî 100 000 salan li Afrîkayê peyde bûye, û ji wir hêdî hêdî girtiye ser hemû qurçikên rûyê dinyayê. Lêbelê çima mirov bi vî rengî bi pêş ve çûye?
Mirov çawa hate ser rûyê dinyayê? Erê, pirs hesan e, lê bersiv çetin e. Xwedê çawa mirov dide, di hemû kulturan de hatiye gotin, mirov dizane ew çawa ye. Lê di koka xwe de em ji kû hatine? Bi tenê afsane bersivê dizanin.
Gelê San (San, Bushman) li Kalaharî basa mirovê pêşî dikin, dibêjin, ko Matsiengê mezin bi jin, zarok û ajelên xwe ve ji qulşekê ji nav erdê derketin. Ev hê di berbanga dîrokê de qewimî, berî ko kevir bibine penîr. Û niha jî li vir yan li wir mirov dikare bi ser şopa wan ve bibe.
Gelo dergûşa mirovatiyê li bakurê Etyopya niha bû? Berî melyonên salan ev herêm çirav bûn.
Di Încîlê de tê gotin çawa xwedê Adem li gor sûretê xwe afirandiye û piştre , da Adem bi tena xwe nemêne, wî Hawa ji parsûya afirandiye.
Di afsaneyên welatên bakur de tê gotin ko xwedawendan mêr ji xerîtonka dara benavê (ash-tree) çêkirine û jin ji ya reşdarê (elm-tree) çêkirine.
Li Sûdanê çîrokek li ser afirandina mirovan heye dibêje civateke xwedawendên piçûk hebû, ko kêf û leystika wan çêkirina peykeran ji heriyê (terracotta) û şewitandina wan di firnê de, bû. Ew hinekî sersar bûn, ji ber wê carnan wan herî gelekî dişewitand, herî diqemirî û reş dibû, carnan wan herî demeke dirêjtir di firnê de dihişt, ew herî wek kulîçeyên zencefîlî qehweyî derdiket, lê carnan jî wan herî zû ji nav firnê derdixist û ew êdî xav û spîçolkî derdiket. (Mirovên reş, gewr û spî ji wê heriyê çêbûne.)
Helbet di çanda nûjen ya dema em de jî çîrokên afirandinê hene. Yek ji wan jî dîtaneya Darwin ya guherînê ye (Darwin’s Theory Of Evolution), ya dibêje ko bi milyardên salan re jiyan hêdî hêdî ber bi formên nû ve û bêhtir karedarî (specialistic) ve diçe. Ew jî li gor prinsîpê dibêje, ko guherînên zikmakî (genetic) yên piçûk, yên di têkoşîna hebûnê de xwedî hêza vemanê (survival) ne; ew guherîn têne xelatkirin. Xelat jî ev e: ew guherîn derbasî nav mîrata nifşên li pey xwe dibin.
Tê gomankirin ko mirov ji afirîndeyên (creature) piçûk, yên ko berî miloynên salan hin bi hin rabûne li ser du lingan dimeşin, çêbûye. Û nerast e ko em ji meymûnên mezin çêbûne, yên wek gorîla, şîmpanz û orangutangan. Rast e, ew afirîndeyên zîndar yên herî nêzîk in, lê ew pisê pimamên me yên pir dûr in.
Hê du salan berî ko Darwin pirûka xwe ya bi navê “Li ser bingeha tuxman” (On the Origin of Species) biweşêne, fosîlên (fossil, bermayên giyanewer yan helezên pir kevnar) mirovên kevnare, yên bi rastî hê nebûnbûn wek mirovên ko em nasdikin, hatine dîtin. Fosîlên pêşî di çalekê de li gundê Neandertal li derdora Dusseldorfê hatine dîtin. Piştre hate xuyakirin ko ev tuxmê bi navê Homo neanderthalensis tuxmekî mirovan yê bi serê xwe ye, ew ji 100 000 ta 30 000 salan berî niha li Ewropa dijî.
Kranium, yê homo neanderthaliensis ji Saccopastore, Italya.
Bi salan re gelek fosîl, bermayên geyanewran, yên nêzîkî tuxmê mirovan, navê wan jî homînîd e, dihatine dîtin. Îro jimareke baş ya fosîlan heye ko pê pêşketina ber bi mirovên modêrn ve tê xuyakirin. Ji heyama ”Lucy” ve, ya ko mêjiyê wê ji greyfûrtekê (grapefruit) nemezintir bû, gelek kilox (skull) li Afrîka, Çîn û Endonezyayê hatine dîtin, mêjiyên wan her ber bi mezinbûnê ve çûye. Tev jî li dîtaneya Darwin ya guherînê digunce.
Îro êdî piraniya lêkolînvanan behwer dikin ko mirovê modêrn, homo sapiens, li Afrîkayê berî 100 000 salî peyde bûye. Piştî wê ew hin bi hin li nav hemû kertên (continent) Zemînê belav bûye, ta ko gehaye hemû anîşkên dinyayê û li wir ew niştecî bûye.
Zora homînîdên berê çû û ew ji ser rûyê dinyayê winda bûn. Tuxmê ko dawî winda bû mirovê neandertal bû. Ew li Spanyayê dijî û tê behwerkirin ko dawiya wî berî niha bi 30 000 salî hatiye.
Lê hin pirs li ser pêşveçûna ber bi homo sapiens ve hene. Çima pêşveçûnê her mêjiyên mezintir û mezintir da homînîdan? Ma gelo bi rastî ev yek tiştekî bi sûd bû? Wek tê zanîn mêjî endamekî (organ) bêpîvan kur e. Mêjiyê mirovekî nêzîkî 1 350 gramî ye, ew pêncîyeka (1/50) giraniya laşê mirov e, lê ew 25 ji sedî ji wizeya (energy) laş daduqurtêne. Da mirov bi barê mêjî rabe dive bi rastî gelek xwarin li ber destan hebe, lê hebûna xwarina zêde di xwezayê de ne tiştekî adetî ye.
“Lucy”, ji homînîdên hatine vedîtin ew ya herî kevn e. Tê behwerkiririn ko 3.2 milyon salî kevn be. Sala 1974 Donald Johansonê ji Chicago, ko neviyê swêdiyekî ye, ew dîtiye. Homînîd endamê malbata Homînîdae (Meymûnên Mezin) ye.
Çima homînîdan pişta xwe rast kir û rabûn li ser du lingan meşîn? Çi nirx ji bo vemanê di vê de hebû? Eger em dînosawrên qirbûyî nejimêrin û helbet balindeyan jî pê re nejimêrin, ji ber ko balinde neviyê dînosawr e, emê bibînin ko kêm lawir li ser du lingan dimeşin. Lê balindeyan erkekî din ji lingên xwe yên pêş re dîtin, hêştirmel (ostrich) û çendeke din ne di nav de, lingên pêş bûne per û pê firîn. Giyanewrên çarlingo xurtir ji yên dulingo dibezin, êdî sedem çi bû ko mirov dulingo be? Dibe sedem ev be: meşa li ser du lingan destan azad dike, da bi wan mirov karibe xwarin û pêdiviyên xwe hilgire. Lê bi rastî lokolînvan dibînin, ko dulingo bi meşa xwe ya hêdîhêdî wizeyê kêmtir ji çarlingoyan dişewitênin.
Lê hê gelek arîşeyên din jî hene. Çima mirov bê pirç e? Ma ne pirç giyaneweran baş ji germ û sermayê diparêze? Mebest çi bû ko homînîd ji vê parastinê bêpar man.
Û em ber bi kêşeyeke din ve diçin:
Çima seranserê laşê mirov zêde xuh dide? Serekgiyanewerên (primate) din ne bi vî awayî ne. Rast e xuhdan di kelkela germê de çareyeke baş e ji bo nizimkirina germa lêş, lê di heman demê de zehîtiya (wastefulness) mezin ya avê ye. Û av keresteyeke ko her car peyde nabe û dive di germê de mirov destê xwe lê bigire.
Dawî:
Çima mirov weha qelew e? Hewqas bez di bin çermê me de heye, ko dike bezê bin çermê fok (seal) û balînan (whale) were bîra mirov. Ev yek li cem serekgiyanewerên din nayê dîtin. Ji xwe zarokên mirovan yên pêçekê ji tevan qelewtir in. Hewqaz bez di bin çemê ti giyanewerên din de yên li ser bejê dijîn nîne.
http://hem.passagen.se/zagros/teknikuzanin/EM%20TEV%20AFRIKI%20NE.htm