Çîroka malbatiya mirovan li ser rûcîhanê berî niha bi pêş nûmayî 65-70 milyon sal berê dest pê kiriye. Destpêka werariyê (evrîmê) 20- 25 milyon salî bi ser guherînên xwezayê û ekolojiyê û serguherînên jeolojiyê ve girêdayî dest pê kiriye. Di dema miyosenê de qonaxa dawîn û di destpêka pleîstosenê de sergiherînên ku di xwezayên çêbûne ji bo jîndaran û zayîn û zêdebûna wan derfetên û guherînên biyolojiyên mimkûn bûne û di başûra parzemîna Afrîkayê de li newala Rîfê û li derdorên golên wê bi sedan bi hezaran celebên giyaneweran derketin holê di nava van giyaneweran de bavikên mirovan jî dirbên xwe girtine. Sedema zedebûn û guherînên demê demsalên mimkûn fêkî û teamên ku xwezayê pêşkêşî giyaneweran kiriye. Zanistî bavikên mirovan bi navê homo wan bi lêv dike. Ji malbata homoyan sêh celebên wan ketin riya mirovaniyê. Gîgantopîthecûs, Sîvappîthecûs û Ramapîthecûs ev hersên celebên homoyan jî werara derbaskirine hinekan bi derdoran xwe re li hev kirin û xwe li gorî şertên xwezayê û şert û mercên demsalan li hevkirin hinek ji wan jî di nava wan û xwezaye de nakokî derketin jiyan nedomandin.
Bi kurtayî zanyarî wiha dibêje.Taybetmendiyên pirîmatan û yên mirovan ku dişibin hev hene. Ev şibandinên hevpar însan ji malbata ajaltiyê veqetandiye. Homonîd (İnsanêmeymunî) berî niha bi bist milyon salî bûne niştecîhên parzemîna Afrîkayê hetanî ku rabûne ser herdû piyan û ku meşiyane ji vî celebê homonîda re dibêjin Homo Erektus (însanê li ser du pêya ku dimeşe) ev celebên homonîda di serî de din nava daristanên himbîz de jiyane pêl bi pêl derbasî cihên kem bi dar û ber bûne û jiyana xwe nema li ser dar û bera kokên daran û şikeft û berqef ji xwe re kirine cih û warên parastina xwezayî. Homonîd ji Başûra Afrîkayê li tevayên cîhanê bela bûne. Di nizmahiyên Cebelitarikêre li Evropayê û di bakura Behra Rêş re derbasî Asyayê bûne. Wan homonîda li gora şert û mercen xwezayê û demsalan diruv girtine û ji bona berdewamiya jiyanê li ber xwe dane. Homo habîlîs (insanê bi behr) ev homonîd BZ. 2-1.700 milyon salî jiyane. Homo Erectus insanê çikirî (dîk duran insan) Homo Sapîens (insanê biaqil)
Di navbera Homo Erectus û Homo Sapiens neandertal derketiye holê lê ev maymunên insanî û xwezayê li hev nekirine ev celebên insananên meymunî li ser rû cîhanê hatine qeliandin. Fosîlên insanen neandertalî li bakura bajarê Silamaniyê di şikefta şanîdarê de hatiye dîtin ji wê fosîla zanistiya fosilan wiha dibêje ku ew kesên mirî bi dêlindeziyekê (merasimekê) hatiye veşartin û baxek gul li ser sînga wî hatiye danîn. BZ. 50-60 hezarsalan Emsalên neodentalan Homo Sapîens (insanê bi aqil) bûne bavikên mirovên îro.
Teybetmendiyên insên ku ji ajalan cuda ne ev in. Mirov kare tişt bike rêzber. Mirov ji bona dahatuya xwe plan û bernameyan kare çêbike. Mirov ji nivşê pey xwe re çand û zanistiyekê duqulipîne mirov şense wî yê ku karibe hilbijêre heye. Mirov kare tişta pirs bike. Mirov kare tişta xeyal bike. Mirov kare bi aqil tev bilive. Mirov kare tişt danuhurîne û bi encam bike. Mirov kare tiştekî ji bona ku bivê cîhekîdin alavekê pêyda bike. Ji bona ku tirî ji mêwê jêbike û ku bive şiva du çetel goşiyên tirî têde datîne pênc deh kîlo tirî kare ji cîhekî bive cîhekî din ev teybetmendiyek mirovan ya biaqilî ye.
Serkeft Botan
13.10.2010