Dersa me Peresan, Beşa Yekem
Jêpirsînên ji bo rastîya Peresan
Berjengên (delîlên) Peresanê
Hinek Berjengên di derheqê candaran da wuha nin:
Diruvên biyokimyevî yên di navbera hemû candaran de: Candarên li ser rüyê erdê dijîn, di varê jîyana tabiî û tevgerên xwe da ciqwas xwedî cûdayetîyê mezin bin jî, hemû hinek hîmên gerdûnî parva dikin. Hemû cisnê heywanan de biyokimyayek karbonî ya zindîtî û jîyan nebatîyê heye.
Karbon, di xuluqandina hemû candaran de hîmê esasî ye û H2O jî dêrandina esasî ye.
Hemû organizmayên zindîyên cîhanê, ji bo depokirina agahîyên genetik mekanîzmayên DNA û RNA bikar tînin. Prensîbek Gerdûniya din jî ew e, xêncî vîrûsan hemû candar ji hucreyan pêkhatine. Hemû organîzmayên zindî di warê mezinahîyê de demajoyên wekhev derbas dikin û xebata metabolizmaya hemûyan jî wekhev in.
Mînak: „Glîkolîz“. Reaksîyonên Glîkolîzî di hemû candaran de wekhev diqewimin, lewra ji bo van bûyeran jî di hemû candaran de enzîmên wekhew xwedî wezîfene. Di îrsîyeta malzemeyên wek DANN û DNS da taybetîyên genetîk û şifre hene. Enzîm û sistemên redoksîyê di candfaran de piranî tên dîtin bi qedeme dirûvbihevketin nîşandidin. Ev di nav candaran de dirûvtîyên bîyokîmyevî ne.
(Mînak wek kloroplast û mitokondrî di hundurê hucreyan da hene û wek hilmija hucrê, fotosentezê wek „sîtokraman“ hixizmeta reaksîyonên kimyevî dikin, qasî 50 grûba molekûlên rengîn di her candaran de hene . )
Di piranîya guhandaran da enzîmên karê dehanîyê dikin yek in an jî wekhev in, bi vekolandina biyokimyevîya xwînê dereceya eqrebatîya candaran tê tespîtkirin. Di vî warî de alî peresanê de di nav cisnên nezikî hev de dirûvtîya proteinê zêdeye, di navbera yên ji hev dûr de şiklê proteinan ji gelek cûdatir in.
Encamên Fosîlan: Fosîl navê, jêmayîyên wek çerm,hestî, diran, toxim, pelên candarên di demên berê de jîyane û hata nuha mane ne.
Muqayesa fosîl û candarên îroyîn were kirin, guhartina formên candaran û têkilîyên wan da agahîyan didin me û guhartinên wan nîşanî me dikin.
Bi hinek metodan tespîtkirina salên fosîlan candaran kîjan demê bi çi awayî hatine guhartinê û persanîya wan bi çi awayî buye tên famkirin.
Bi vî awayî jêmayîyên fosîlan di derheqê erdnîgarîya herêmên ku têda hatine dîtin de agahîyan dide me. Di dîroka candarîyêda ji candarên hêsan hata yên tevlihev û demajoya jiyana wan de k^jan cisnê wan mirine û ji wan kîjan mane û formên derbasbûnîya navbera wan nîşanî me dike.
Ji alîkî ve Fosîl, di nav zeman de qeydên peresanê ne. Cûdatîyên biyolojîkên grûbên candaran, di nav mîlyon salan de bi ahenga guhertinên dorhêlî va çêbûne. Qeydên fosîlan, hem taybetîyên candaran yên şirîg û nayên guhartin, hem jî yên tên guhartin nîşan dike.
Xencî vana, „fosîlên pêşber“ an jî „fosîlên bingeh“ jî ji bo texmînkirina salên tebaqeyên erdê ku ew tê de ne muhîm in.
Heger di hinek deverên cîhanê de di nav tebaqeyên erdê de fosîlên pêşberên di nav sedimet û ferşan da werin dîtin, ew tê wê maneyê ku ew tebaqeyên erdê hemsalî ne.
Heger fosîlek wek fosîla pêşber an jî fosîla bingeh were wesifandin:
Fosîla Pêşber bi piranî û zû were dîtin.
Bi hêsanî were naskirin û bi navkirin
Ji bo muqayesekirina tebaqeyên ji hev dûr bicîhbûna fosîlan gere li ser erdnîgarîyeke fireh be.
Ji bo texmînkirina çendsalîya wê fosîlên cisnek candaran be û ew di nav demek kurt de jîya be.
Ji bo heta ku mumkûnbe fosîl li ser fasîleyên kevir û zinarî de hebin, divê cûrê ku fosîl aîdê wê ye jî di herêmên jiyana cû de û ji hev û din bi ferq in de jiyabin.
Fosîlek gor forma xwe û gor şiklê xwe bi navên cûda cûda tên binav kirin. Fosîlbûn bi vî awayî dibe;
Fosîla Komir: Organîzma Zindî ya rêjî buyî
Candarên mûmî kirî: Mûmîkirina candaran gor taybetîyên şertên kişwerî (Binêrin fosîlên cemidandî)
Rêça Fosîlan: Rêça lingên candaran yên wek kevir hişk bûne an jî rêçên di nav ferşan de (hêk, hêlîn, pîsî, an jî wek xwarin). Carcaran rêçên candaran yênli ser erdekî nerm jî pişt ra wek kevir hişk jî dibin.
Fosîlên Hestî: Tenê hestîyê organîzmayên candaran dimînin.
Fosîlên cemidandî: Organîzmayên candaran di nav latên cemedê da bê pûçbûn dimînin.
Fosîlên Emberî: Candara ku di nav ember an jî di nav mistek (reçîne)ê da maye.
Dîtina fosîlen ji tiştekî ra dibin, ji ber şertên fosîltîyê karekî ne hêsan e. Şert û mercên fosîltîyê û bi piştî mîlyon salan dîtina fosîlan, qasî di nav kayê da mirov li derzîyê bigere, zor e.
Di vî warî de gotina „formên derbasbûyî tunin“ çiqas hêsan be jî, dîtina fosîlan jî ewqas zor e.
Stratigrafi: Ev şaxa zanistî, li ser hev rêzbûna tebeqeyên li ser rûyê erdê tespît dike û bi saya wan meseleyên ku qewimîne gor rêza kronoljîk tên kirin. Fosîl, gor pozîsyonên wan ên tebeqayên zinaran
tên tasnîfkirin ku ew çend salî ne. Mirov dikare hemû tebeqayên dinê vekolîne û wan tebeqeyan bi awayekî tarîxa wan tespît bike.
Di fosîlan de tespîtkirina salên jeolojîk: Ji bo tarîxa meseleyên peresanî yên muhîm û tespîtkirina salên tebeqayên ku fosîl tê da tên dîtin mirovên zanyar gelek metodan bikartînin.
Ji bo tespîtkirina salan metodên tên bikaranîn, gor rewşa fosîlan tê guhartin. Fosîl ji kîjan materyalî ye û ji kîjan demê maye. Ji bo tespîtkirina salên fosîlan pirî caran ji yekî zêdetir metodên dîroktî tên bikaranîn.
Ji wan metodan hinek wuha ne:
Pîvana Radyometrik: Mirovên zanyar, salên zinar û tiştên din gor madeyên radyoaktîfên di nav wan da û îzotopên ku di nav demê da xirab dibin, tespît dikin. Ji wan metoda radyokarbon (metoda 14 C) ji bo tespîtkirina jibermayîya fosîlên di navbera 300 û 70. 000 salî´, Metoda Ûranyûm Toryûm jî materyalên di navbera 100.000 û 4.5 mîlyar salî da tên bikaranîn.
Dendrokronoloji: Navê metoda ku bi dorezên dara sal tê tespîtkirin. Dendrokronolojî , prensibeke ku,gor wê ji darên aîdî demên cûda qismên ku dorezên salan tên dîtin, ew, ji yên nû ber bi yên kevin tên rêzkirin .
Saetên Molekuler: Mirovên zanyar, bi tespîtkirina cudayetîyên genetîk yên îroyîn, dikarin texmîn bikin ku du secere kîngê ji hev qetîyane. Di nav demajoyên peresanê da rêzên DNA yan ji hev dûrdikevin û tên guhartin. Ew cûdayetîyên di nav van rêzan de çêdibin, wek saetên molekuler tên bikaranîn ku dirêjîya dema peresanîya di navbera wan de tê hesapkirin.
Forma Cisnê Nabeynî :